PeyamaKurd – Rojnamevana jin Nazila Maroofian ku piştî kuştina Jîna Emînî bi destê polîsê ehlaqê yê Îranê bi bavê wê re hevpeyvîn kiribû, careke din hate girtin.
Hate ragihandin ku Maroofian, bi hinceta ku li dijî rejîma Îranê propaganda kiriye û bi belavkirina hevpeyvînê acizî daye raya giştî hatiye girtin.
Rojnamevan Maroofian beriya niha jî hatibû girtin û demeke dirêj li Girtîgeha Evînê mabû. Maroofian vê carê bi 2 sal cezayê girtîgehê û 15 milyon tumenan hate mehkûmkirin.
Nazila Maroofian hefteya borî ji aliyê dozgeriya Girtîgeha Evîn ve li Tehranê hatibû binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin