Xebatkarê xwaringeha nexwesxaneyê ji koronayê can da

Xebatkarê xwaringeha nexwesxaneyê ji koronayê can da

 PeyamaKurd – Xebatkarên xwaringeha Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Jinan Abdulhalik Gunduz ku testa wî ya koronayê pozîtîf derketibû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan beriya deh rojan, li heman nexweşxaneyê di encama testên koronayê de li ser 6 xebatkaran vîrusa korona derketiye û Abdulhalik Gunduz jî yek ji wan e ku li xwaringeha nexweşxaneyê kar dikir.

Gunduz li Nexweşxaneya Gazî Yaşargil hatibû razandin ku piştî deh rojan jiyana xwe ji dest da.

5 kesên din ên ligel wî kar dikirin jî li malên xwe di karantîneyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin