Ajansa Sûriyê: Hêzên nû gihan Efrînê

Ajansa Sûriyê: Hêzên nû gihan Efrînê

Li gor nûçeya BBC yê; Ajansa dewleta Sûriyê SANA ragihandiye ku mîlîsên bi ser Şamê ve, bo li dijî artêşa Tirkiyê û DEAŞê piştgiriyê bidin YPGê gihane Efrînê.

Li gor ajansa Reutersê jî dewleta Sûriyê, di ajansa xwe de gotiye: “Bo piştgiriyê bidin morovên ku bi êrîşên Tirkiyê re rû bir û mane, grûbên mîlîs yên nû gihane Efrînê.

Di malpera SANA ya bi Tirkî jî dibêje: Ji hêzên Gel, yekîneyên nû gihane Efrînê.”

Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan jî do weha ragihandibû: “Li dora 10 pîkap kes bi Efrînê ve hatine û ji aliyê Tirkiyê de hatiye tesbîtkirin. Lê piştî bi topan li wan dane, bi paşde vegeriyane. Ew dosya niha bi vî awayî hat girtin.”

Piştî di medyayê de hat raghandin ku mîlîs bi pêşde diçin, Ajansa Anadolu û ajansa Sûriyê SANA ragihand ku Tirkiye, ciyê wê mîlîs tê de derbas bibin bombe kiriye.

Berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalın di civîna çapemeniya do de ragihand ku roja sêşemê mîlîsên rejîma Sûriyê hewl dane ku derbasî Efrînê bibin. Kalın got ku di navbera 40 û 50 alav xwestine bi konwoy ji Helebê bikevin Efrînê lê Tirkiye bi topan li wan daye û vegeriyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin