PeyamaKurd- Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), rêzbenda xwe ya bi navê ‘Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya 2022yan’ eşkere kir. Li gorî rêzbendê, Tirkiye îsal di nav 180 welatan de ketiye rêza 149emîn.
Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye îsal di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye û ev tê wateya ku Tirkiye hîn jî di kategoriya xirab de ye. Tirkiye di rêzbenda Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê de sala 2005an, di rêza 98an de bû û bi awayekî li dijî pêvajoya reformên Yekîtiya Ewropayê tevdigeriya. Hat ragihandin ku Tirkiye di sala 2010an de daketibû rêza 138an û sala 2015an jî di rêza 149 de bû.
Tirkiye, herî dawî di 2020an de di rêza 154an de hatibû nîşandan. Di raportê de hat gotin ku di 2021ê de ji ber çalakiyên girseyî yên li dijî tundiya li dijî rojnamevanan, di destkeftiyên lêgerîna mafan de biryarên erênî yên ku li hinek dadgehan hatibûn dayîn û ji ber kêmbûna girtina rojnamevanan, Tirkiye hatiye rêza 149an.
Li gorî raportê; ligel otorîte û Serokomariya Recep Tayip Erdogan ku bi erkên zêde hatiye bi bihêzkirin, tunehesibandina azadiya ragihandinê û destwerdana pergala darizandinê jî berdewam e.
Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê jî di amarên sala 2021ê de ragihand ku li Tirkiyeyê 241 rojnamevan hatine darizandin, 73 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek ku karê weşana radyoyê dikir hatiye kuştin, 115 rojnamevan rastî êrişên fîzîkî hatine û 65 rojnamevan girtî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin