Bi hewldana Rûsya Westgeha Elok dîsa vebû

Bi hewldana Rûsya Westgeha Elok dîsa vebû

PeyamaKurd - Li gor Rêveberê Giştî yê Avê yê Hesekê ragihand, piştî hewl û peywendiyên Rûsiya ku li gel Tirkiye û Amerîkayê pêk anî, beşek ji Wêstgeha Elok careke din vebû û av gihişt bajarê Hesekê.

Mehmûd Ugla ragihand, ji do danê nîvro da, 20 bîrên ku avê ji Wêstgeha Elok dide Hesekê kar dikin û piştî 10 saetan ji karkirina ambara serekî ya dana avê bo Hesekê ku li devera Himê ye tije bûne.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Avê dibêje, ew dê li gorî xişteyê avê bidin taxên Hesekê ku biryare îro av bigihê taxên Ezîziyê, Salihiyê, Muftî, Telayi û Xişman yên Hesekê eger ti pirsgirêk çênebin.

Li gorî medyaya Rûsyayê, dubare berdana avê ji wêstgeha Elokê ya li Serê Kaniyê, piştî wê yekê hat ku HSDê elektrik da wêstgeha Mebrûka. 

Wêstgeha Elok jêdera bi tenê ya ava vexwarinê bo bajarê Hesekê û Til Temirê û gundewarên wê ye, her dem komên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve avê digirin.

Herwiha zêdetirî 11 roj e komên çekdar û artêşa Tirkiyê wêstgeha avê ya Elok ji kar xistibû û av li ser bi sed hezaran welatiyên bajarê Hesekê û deverên girêdayî wê qut kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin