PeyamaKurd- Komîsyona Serbixwe ya Bilind ya Hilbijartin û Referandûmê ya Kurdistanê, kesên ku bûn parlementer û piştî hilbijartinan di nava 2 mehan de sondê nexwarin, parlementeriya wan xist û di şûna wan de ji heman partiyan parlementeran danîn.
Biryarname bi îmza serokê komîsyonê Hindirîn Muhammed hat belavkirin. Di biryarnamê de hat diyarkirin ku hilbijartina parlementoyê ku di 30 yê êlûnê de di sala 2018an de hatibû kirin, ji PDKê Şaban Elî, ji YNKê Qubad Talabanî û ji Tevgera Nesla Nû Şasiwar Abdulwahid parlementeriya wan ketiye û di şûna wan de ji heman partiyan kes ketine bijartin.
Ji PDK ê Zîdan Reşîdxan Biradostî, ji YNKê Rahî Rehber Seyîd Îbrahîm û ji Partiya Nesla Nû Sîrwan Baban ketin şûna her sê parlementerên nesondxwarî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin