Rûhanî: Amerîkayê gelek caran xwest lê bersiva me…

Rûhanî: Amerîkayê gelek caran xwest lê bersiva me…

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî got ku bersîva wan ya bo hevdîtina bi Amerîka re dê her tim neyînî be û ragihand, ew bi Amerîkayê re li ser peymana nukleerî nacivin.

Ruhanî got, “Gelek caran xwestin ku bi me re bicivin, lê bersîva me her tim neyînî bû.”

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf hefteya borî beşdarî Hilcivîna G7an bûbû û bi navbeynkariya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, hêviyek bo hevdîtina Washington û Tehranê çêbûbû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî Amerîka ji peymana atomî ya bi Îranê re vekişandibû û dorpêçên nû yên aborî li ser Îranê sepandibûn.

Welatên Ewropî jî hewil didin ku Amerîkayê ji nû ve vegerînin ser peymana nukleerî ya ligel Îranê.
 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin