Rûhanî: “Rêvebirên me bêdeng in nizanim gelo ji tirsa ye!”

Rûhanî: “Rêvebirên me bêdeng in nizanim gelo ji tirsa ye!”

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku, sabîtkirina bihayê Dolar – Tumen ji alî wan ve bersîvek hemberî siyaseta aborî ya Amerika lidij Îranê bû û bi vê yekê Îranê planên Amerika lidij aboriya Iranê vala derxistin.

Ligor nûçeya Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytext Tehranê ligel berpirsên pilebilind ên hukimetê civiya.

Rûhanî diyar kir, ku sabîtkirina bihayê Dolar – Tumen dibe ku zerarê bigihîne hin kesan, lê ew dive li berjewendiyên 80 milyon hevwelatiyên Îranê bifikirin.

Serokomarê Îranê liser nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê Îranê jî rawestiya û diyarkir: “Birêvebirên me bêdeng bûn e, nizanim gelo ditirsin? Ger hin kes gefan li we dikin, wan bihinêrin cem min, ez dê bersîva wan bidim”.

Rûhanî mebesta xwe ya aliyên gefxwar binav nekir, lê tê bawerkirin ku, behsa aliyên nakok di nav desthilata Tehranê de dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin