PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî piştî ji civîna encumena wezîran ya Tehranê derket ber çapemeniyê û bo çapemeniyê di mijara destpêkirina muzakereyan bi Amerîkare şertên xwe danî. Rûhanî qesda Trump kir û got rûniştina bi Amerîka re tenê teslîmbûne û weha dewam kir:
“Eger Amerîka muzakere dixwaze û di mijarê de duristbe, divê her tiştî bo muzakereyan sererast bike. Ji bo wê jî temamê dorpêçan divê bide rawestandin û vê nîzama Îranê ku bi rayên xelkê Îranê hatiye avakirin, qebûl bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin