PeyamaKurd – Dewleta Rûsyayê ji ber siyasetê li dijî Rûsyayê dimeşîne lîsta dewletên dijber çêkiriye û îro jî 5 dewletên din lê zêde kir. Serwîsa çapemeniyê ya Rûsyayê bi nivîskî mijarê weha ragihand:
“Hukumeta Rûsyayê ew dewletên ku li hemberê wê siyaseta dijber dimeşîne, lîsta ku heye 5 welatan lê zêde krirye ku ew welat Danîmarka, Yûnanistan, Slovenya, Hirvatistan û Slovakya ne.
Dewleta Rûsyayê ji bo dîplomatên ku di konsulxaneyên wan dewletan de bixebitin sînor daniye. Li gor biryara sînordanînê Yûnanistan 34, Danîmarka 20, Slovakya dikare 16 dîplomatan bixebitîne. Wê Slovenya û Hirwatistan nikaribe xebatkar bide xebitandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin