PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê pêşeroja Sûriyê de axivî û got ku em qebûl nakin ku Sûriye were perçekirin û hêzeke daîmî lê were bicihkirin.
Sergey Lavrov li Avusturyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Avusturyayê Karin Kneissi re civînek çêkir û piştî civînê ji çapemeniyê re axivî. Lavrov di axaftina xwe de wiha got: “Em dibînin ku hinek dixwazin Sûriyê perçe bikin. Wekî din dixwazin hêzeke mezin li Sûriyê daîmî bi cih bikin. Ev tişt nayên qebûlkirin. Ev, li dijî peymanan e.
Lavrov wiha berdewam kir: “Li gorî biryara Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî ya bi hijmara 2254an divê yekperçebûna axa Sûriyê were parastin û gelê Sûriyê bi tena serê xwe ji bo pêşeroja xwe biryar bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin