Rûsya: Heya rewşa ewlehiyê aram nebe, Hamaney dernayê ber raya giştî

Rûsya: Heya rewşa ewlehiyê aram nebe, Hamaney dernayê ber raya giştî

PeyamaKurd – Li seranserê dinyayê çavên herkesî li ser lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Mucteba Hamaney e. Hamaney, piştî kuştina bavê xwe û birîndariya xwe derneketiye ber raya giştî.

Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku heya rewşa şer aram nebe û li Îranê asayîş tekûz nebe, Hamaney dernayê ber çapemeniyê. Ajansa fermî ya TASSê ya Rûsyayê çavkaniya xwe biriye ser çavkaniyekî Îranê û gotiye heya şerê navbera Îsraîlê û Îranê safî nebe û rewşa asayîşa Îranê baş nebe, dê Hamaney dernê ber raya giştî. Çavkaniya Îranî gotiye:

“Bi sedema rewşa ewlehiyê dê Hamaney di wextekî nêz de li ber raya giştî xwuya nebe. Hukumet bende ye ku rewş normal bibe. Dê piştî arambûna rewşê Hamaney derê ber raya giştî.”

Li gor xeberê; eger Hamaney bi lîderekî dinyayê re biaxife, dê ew jî serokê Rûsyayê Putin be. Hevdîtina ewilî dibe di rêya telefonê de be an rû bi rû be. Heya niha ragihandinekî fermî ji rayedarên Îranê nehat kirin.