PeyamaKurd - Rayedarên herêmî yên Rûsyayê ji bo rûbirûbûna encamên giran ên êrîşên dawî yên Ukraynayê yên li ser binesaziyê, li nîvgirava Qirimê ya hatiye dagirkirin rewşa awarte ragihand.
Ev biryar piştî kêmbûna sotemenî û elektrîkê ya li herêmê hat wergirtin.
Parêzgarê Qirimê yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin Sergei Aksyonov, li ser hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku çarçoveya qanûnî ya rewşa awarte derfetê dide wan daku pirsgirêkên girêdayî xebata hemû beşên girîng ên jiyanî bi leztirîn awayî çareser bikin.
Hat ragihandin ku ev biryara awarte bajarê stratejîk ê Sîvastopolê jî li xwe digire.