PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Rûsyayê TASS ragihand ku îstîxbarata Fransa û Belçîkayê dixwazin tevliheviyeka êrîşî ya kîmyewî bikin da bixin aliyê Sûriyê û Rûsyayê. Ragihandin ji aliyê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê bo ajansa TASSê hat kirin.
Tûxgeneralê Rûsyayê Viktor Kupçişin got ku çekdarên li Idlibê dixwazin li dijî xelkê sîvîl provakasyon bikin û bo wê jî ji îstîxbarata Fransa û Belçîkayê kes hatine bajarê Idlibê. Li gor ragihandina ajansa Rûsyayê TASS ê mirovên îstîxbarata her dû dewletan bi serokên rêxistinên Tehrîr Eş Şam û rêxistina Mîxferên Sipî re axifîne. Li hev kirine ku kişandina senaryoyeka fîlmî bikin ku nişan bidin waye ‘çekên kîmyewî hatine bikaranîn’.
Kupçişin ragihandiye ku her leystikvanekî dê bibe birîndarê çekên kîmyewî, wê 100 dolar bistîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin