Rûsya li esmanê xwe 3 balafirên Îngîltere tesbît kir û ber li wan girt

Rûsya li esmanê xwe 3 balafirên Îngîltere tesbît kir û ber li wan girt

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku li esmanê Derya Reş ya Rûsyayê 2 balafirên aîdê Îngîltere yên Eurofighter Typhoon û balafirekî keşfê ya stratejîk ya RC-135 dîtine. Balafira Rûsyayê ya Su-27 ber li wan girt û nehişt di seha hewayî ya Rûsya de bimînin. Di daxwuyaniya Rûsya de weha hat gotin:

“Ji bo nasnama wan em hîn bikin û ber li îhlala sînor bigrin, balafira artêşa Rûsyayê ya hêzên hewayî ber bi wan de çû. Muretebatê balafira Rûsyayê dît ku 2 balafirên Îngîltere yên hêzên hewayî Eurofighter Typhoon û balafirekî stratejîk RC-135 e. Dema balafira Rûsyayê nêzî wan bû, balafirên Brîtanyayê ji nav sînorê Rûsya Federe paşde zivirîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin