Rûsya mikur hat: Em ji bo rejîmê biguherînin ji gel re dibin alîkar!

Rûsya mikur hat: Em ji bo rejîmê biguherînin ji gel re dibin alîkar!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, berevajî daxuyaniyê destpêka êrîşên artêşa Rûsyayê bi ser Ukraynayê de ku berfirehbûna NATOyê kiribû hincet, mikur hat ku ew guhertina rejîma Ukraynayê dixwazin.

Sergey Lavrov di çarçoveya serdana Afrîkayê de, li Misirê da xuyakirin, "Teqez em dixwazin ji gelê Ukraynayê re bibin alîkar daku ev rejîma dijberê dîrokê were guhertin.”

Hêjayî gotinê ye, dema 24ê Sibatê êrîşên Rûsyayê dest pê kiribûn û paytext Kîev hatibû dorpêçkirin Kremlînê ragihandibû ku oqerasyona wan a taybet guhertina rejîmê nake armanc, lê tenê ew dixwazin rêveberiya Kîevê were guhertin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin