PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Polonyayê, tevlîbûna Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov a ji bo civîna OSCEyê, red kiriye. Wezaretê ev yek, wekî hewileke sorkirinê pênase kir.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku ji bo Civîna Civata Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (OSCE) ku îsal dê bi mazûvaniya Polonyayê were rêvebirin, astengî li pêşiya tevlîbûna Sergey Lavrov hatiye danîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Rêgezên OSCEyê, rêgezên hêmanên qanûnî û bi taybetî jî biryarên ku di sala 2002yan de li Portoyê ji aliyê Civata Wezareta Karên Derve ya OSCEyê ve hatibûn dayîn, hatine binpêkirin. Bi biryarên bi vî rengî re Polonyayî bi piştgiriya kesên ku bi bîrbirên kampa Rojava re dişibin hev re OSCEyê ber bi karesatê ve dibin.”
Civîna OSCEyê, dê di navbera 1 û 2yê Berfanbarê de li bajarê Lodzê yê Polonyayê were kirin û rayedarên 57 welatan tevlî vê civînê dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin