Rusya û Çîn, besdarî Lûtkeya G20ê dibin

Rusya û Çîn, besdarî Lûtkeya G20ê dibin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Endonezyayê ve hat ragihandin ku dê Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, beşdarî Lûtkeya G20ê ya li Baliyê bibin.

Şêwirmendê Serokê Dewleta Endonezyayê Jokowi Widodo, Anda Widjajanto; di derbarê tevlîbûna Lûtkeya G20ê de daxuyaniyek da Reutersê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê lûtke di meha mijdarê de li bajarê Baliyê were rêvebirin û dê Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî beşdarî lûtkeyê bibin.

Beriya vê daxuyaniyê, Serokê Dewleta Endonezyayê Jokowi Widodo jî daxuyaniyek dabû Bloombergê û eşkere kiribû ku rêberên herdu welatan jî tevlîbûna xwe ya lûtkeyê jê re esehî kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin