Rûsya û Îranê banga 'agirbestê' kirin

Rûsya û Îranê banga 'agirbestê' kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan di pêwendiya telefonî ya xwe de banga agirbesteke lezgîn li Xezzeyê kirin.

Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan di pêwendiya xwe ya telefonî de rewşa dawî ya Şerîda Xezzeyê nirxandin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ya derbarê hevdîtinê de hat destnîşankirin ku hevdîtin li ser daxwaza Îranê hat kirin û wiha hat gotin, "Di hevdîtinê de rewşa heyî ya di navbera Filistîn-Îsraîl de hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de fikarên derbarê pevçûnên çekdarî yên ku li Xezzeyê diqewimin de hat îfadekirin û Lavrov û Abdullahiyan banga agirbestê kirin û destnîşan kirin ku divê bi lezgîn alîkarîya gelê sivîl li herêmê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin