PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko ragihand ku hemû têkiliyên hevkariyê yên navbera Rûsya û NATO yê hatine birîn. Aleksandr Gruşko îşaret kir ku di navbera wan û NATO de cudahiya fikrê heye û got:
“NATO xwe ji meşandina siyaseta erênî dûr kir.”
Rûsya, sedemên herî mezin jî weka îhlala qaîdeyên navdewletî, ketina nava sînorên Rûsyayê û zeximkirina bingehên welatên endamên NATO yê nîşan da. Gruşko got ku dewletên NATO yê sala borî di ser 22 mîlyar dolarî de pere xerckirine û weha got:
“Êdî temîna ewlekariya Awrûpayê ma li ser têkiliyên NATO û Rûsyayê.”
Piştî biryara Rûsyayê NATO dengê xwe bilind kir. Fermandarê hêzên hevpar yê NATO yê Orgeneral Curtis Scaparrotti got ku divê welatên rojava, bi Rûsya re têkiliyên nêz deynin. General weha dewam kir:
“Di dewra şerê sar de ew sinyalên ku me dida hev, me ji hev fêmdikir. Îro em di derheqê wan de ne xwediyên agahiyan e. Ev jî min dixe nava endîşê. Bi vê sedemê ez bawerim ku divê em bêhtir bi Rûsya re di nava têkiliyan de bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin