Rusyayê bang li xelkê Hersonê kir: Herêmê biterikînin!

Rusyayê bang li xelkê Hersonê kir: Herêmê biterikînin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Hersonê tên ragihandin, parêzgarê ku ji aliyê Moskowê ve ji bo Hersonê hatiye tayînkirin, bang li xelkê Hersonê kiriye ku herêmê biterikînin.

Li gorî nûçeyên hatine ragihandin, Parêzgarê Hersonê yê Rus Vladimir Saldo, bang li xelkê Hersonê kiriye ku ew der ji aliyê Rusyayê ve hatiye dagirkirin û ji bo Rusan wekî cihekî stratejîk tê qebûlkirin, herêmê derkevin.

Hat zanîn ku Saldo di peyama  xwe ya vîdeoyî de gotiye ku

“Di hegera ku hemû xelkê Hersonê bixwaze de ji bo ku em wan ji êrîşên moşekî biparêzin, em pêşniyaz dikin ku biçin herêmên din.”

Saldo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pêşniyaza wan, pêşî ji bo xelkê rojavayê Çemê Dinyeperê derbasdar e.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a Rus TASSê de jî tê ragihandin ku kesên herêmê biterikînin, tê payîn ku roja înê bigihîjin herêma Rostovê ya Rusyayê.

Ev herêma navborî, xwedî wê taybetiyê ye ku bi temamî ketiye bin kontrola Rusyayê û yekane herêma ku bi temamî tê kontrolkirin e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin