Rusyayê êrişî Kiyevê kir kuştî û birîndar hene

Rusyayê êrişî Kiyevê kir kuştî û birîndar hene

PeyamaKurd - Di encama êrişeke berfireh a artêşa Rusyayê ya li ser herêma Kiyevê ya Ukraynayê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hêzên Rusyayê bi fûzeyên balîstîk û balafirên bêmirov êrişî 7 xalên cuda yên li herêma Kiyev û paytextê kirine; piştî êrişan di wargeh û avahiyan de şewat derketine.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Kiyevê, alarma êrişa ji hewayê zêdetirî seetekê berdewam kiriye û tîmên hawarçûnê ji bo vemirandina agir û rizgarkirina birîndaran çûne herêmê.

Ji aliyê din ve, Wezareta Parastinê ya Rusyayê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku ev êriş bi hinceta ku ji bo "armancên leşkerî" dihatin bikaranîn, li dijî navendên logîstîkî û xalên veguhastinê yên li Kiyev û derdorê hatine encamdan.

Rêveberiya leşkerî ya Rusyayê diyar kir ku ev navend ji bo embarkirin û gihandina çek û karesatên leşkerî, her wiha ji bo berhemanîn û belavkirina balafirên bêmirov dihatin xebitandin.

Wekî din hat ragihandin ku li nêzîkî bendera Odessayê ya Deryaya Reş jî 3 gemiyên kargoyê ku çek û alavên leşkerî vediguhestin hatine xistin.