PeyamaKurd- Rayedarên Wezareta Karên Derve yên Rusyayê, ji ber ku alîkariya leşkerî dide Ukraynayê, Fransa hişyar kir. Di hişyariya hat kirin de hat diyarkirin ku ev hewil, li dijî daxuyaniyên Fransayê yên aştiyane ne.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, di ser Balyozê Moskowê yê Fransayê Pierre Levy re rayedarên Fransayê hişyar kiriye. Hat zanîn ku hevdîtin di navbera Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Aleksandr Gruşko û Balyoz Pierre Levy de hatiye kirin.
Hat eşkerekirin ku hişyarî li ser alîkariya leşkerî ya Fransayê ya ji bo Ukraynayê hatiye kirin û hatiye gotin ku
"Aliyê Rus, bal kişandiye ser gefên çek û cebilxaneyên leşkerî ku ji bo rêveberiya Kievê tên şandin û ev yek jî li ser zêdebûna bernameyên perwerdehiyên leşkerî yên Ukraynayê, xetereyan peyda dike.
Ev sekin, bi gotinên rêveberiya Parîsê yên ku li Ukraynayê ji aliyê çareseriya aştiyane ne re li dijî hev in.”
Her wiha di dewama daxuyaniyê de hatiye xwestin ku Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) civînên xwe bi derengî nexe û li pêşiya tevlîbûna nûnerên Rus ên civînan, nebe asteng.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin