Mesrûr Barzanî: Em piştevanî û alîkariya dostên Amerîka, Brîtanya û Fransayê ji bîr nakin

Mesrûr Barzanî: Em piştevanî û alîkariya dostên Amerîka, Brîtanya û Fransayê ji bîr nakin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek derbarê derketina biryara 688 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 5ê Nîsana 1991ê belav kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de got: “Derketina biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê ya ser bi Netewên Yekbûyî di rojeke wek îro de sala 1991ê, werçerxaneke dîrokî bû, helwest diyarkirina civaka navnetewî ya ji bo parastina Kurdistanê bû.”

Mesrûr Barzanî got: “Spasî û pêzanînên me heye ji bo alîkarî û piştevaniya dostên me yên li welatê Amerîka, Brîtanya û Fransayê û alîkarî û piştevaniyên wan em ji bîr nakin.”