Rusyayê, ji bo wê herêmê Rewsa Awarte ragihand!

Rusyayê, ji bo wê herêmê Rewsa Awarte ragihand!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Çemê Lena yê Rusyayê, ji ber lehiyê 2 tankerên petrolê li hev qelibîn û ji ber vê yekê Rewşa Awarte hat ragihandin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku li Kirenskyê ku li herêma Irkutskê ya Çemê Lena ya Rusyayê ye, duh piştî 2 tankerên petrolê li hev ketin; 970 ton petrol li nav avê qelibî û ji ber vê jî Rewşa Awarte hat ragihandin.

Li ser rewşê, Parêzgarê Irkutskê Igor Kobzev ragihand ku li herêmê Rewşa Awarte hatiye ragihandin û diyar kir ku tankera Erofey Xabarov a ku qeza kiriye, 832 ton sotemenî hilgirtiye û ji ber qezayê yek ji tankên ku 138 ton sotemenî tê de bû xisar dîtiye.

Kobzev diyar kir ku tankera din di bin temîrê de bû û di dema qezayê de bar hilnegirtibû.

Kobzev diyar kir ku tîma Erofey Xabarov, sotemeniya ji tanka xerabûyî vediguhezîne tankeke din û ji bo kontrolkirina lehiyê dorpêçek li dora keştiyê danîne û got ku rayedaran hêjmara sotemeniya ku ketiye çem nirxandiye û ji bo pêşîgirtina avê xebat berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin