PeyamaKurd – Konseya Awrûpayê bi sedema ku Rûsya êrîşê ÛKraynayê kir, wê ji endamtiya konseyê avêtin. Xistina endamtiya Rûsyayê li gor ‘Statuya Konseya Awrûpayê’ hat kirin. Ala Rûsyayê li navenda konseyê, li Strazburgê ji nav alên endaman hat daxistin.
Rûsya di 15 ê adarê de gotibû ji ber YA yê dorpêçan danîbû ser Rûsyayê, wê ji endamtiya konseyê veqete. Konseya Awrûpayê mijarê weha ragihand:
“Komîta Wezîran vê sibê civîna awarte kir û di çarçoveya xala 8 an de, wê Rûsya ji îro û pê de ne endamê konseyê be û piştî 26 salan endamtiya Rûsyayê bi dawî aniye.”
Rûsya di 28 ê sibata sala 1996 an de bûbû endamê 39 em yê Konseya Awrûpayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin