PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewrûpayê paketa givaşa herî mezin ya ser Rûsyayê ku di nav 4 salan de paketa herî giran û fireye qebûl kir. Bi Rûsya re têkildar 218 kes û dezgeyan xist nav lîsta givaşê.
Welatên endamên YEyê bi heftaye ku li ser paketê xebatê dikin û dema li hev kirin, konsey jî paketê qebûl kir. Di paketê de biryarê dan ku 94 banka û dezgeyên fînansê yên mezin, dest deynin ser heyiyên wan. Her weha ji bo 33 dezgeyên fînansê yên Rûsyayê qedexeya kirina kar ji bo wan danîn.
Di derveyê Rusyayê de 4 banka û 14 platformên kripto ketin hedefa konseyê. Ji bo kontrola wan dê mekanîzmayekî ava bikin da karê wan kontrol bikin.
Di nav lîstê de her weha 41 keştiyên ku têkiliyên wan bi Rûsya re hene xistin nav lîstê.
Ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê heya îro 673 keştîyan xistine nav lîsta reş.