PeyamaKurd - Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Nû yê Nivîsgeha Peywendiyên Yekîtiya Ewrûpayê li Hewlêrê Stêfan Vênt kir.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên xwe ji bo destbikarbûna Vênt anî ziman,daxwaza serkeftinê di erka wî de xwest û hemû piştgiriya xwe ji bo serxistina karê wî kir.
Her wiha spasiya Yekîtiya Ewrûpayê kir ji bo hevkarî û hemahengiya wan a berdewam a bi Herêma Kurdistanê re di warên ciyawaz de.
Aliyê xwe ve, Stêfan Vênt kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna li Herêma Kurdistanê nîşan da û destnîşan kir ku Yekîtiya Ewrûpayê bi giringiyeke mezin li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û li ser aramiya wê dinêre.
Vênt her wiha amadebûna Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş tekez kir.