PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Cotmehê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê Hans Akerboom kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Holanda û pêşxistina warên alîkariya di navbera her du aliyan, alîkariya kerta taybet ya Holandî li Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandiniyê de, amadehî û çalakiyên revenda Kurdistanî li Holanda, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq, metirsiyên terorê, pejika covîd-19 û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holanda dûpat kir û bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandin û xwendina zanîngehên wî warî da, dikarê sûd li ezmûna serkeftiya Holanda ya ji bo berev pêşvebirina kerta çandinê bibînê û derfet û bingeheke baş ya pêşxistina çandina li Herêma Kurdistanê heye ku dikarê kerta taybetiya Holandî sermayeguzariyê têda bike.
Hat ragihandin ku Konsolê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna xweşhaliya bi karê hevbeş û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de, behsa alîkariya kerta giştî û taybetî ya Holandî li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandinê kir û hemû piştgîriyeke welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Hevkarî û hemahengiya Holanda li gel Herêma Kurdistanê di warên bi cîhkirina çaksazî û meşq û rahênana Pêşmerge de, peywendiyên Hewlêr – Bexda, pêşhatên şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê, çend mijarên din ên civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin