Serok Barzanî: Cejna Remezanê derfeteke ji bo yêkrêziya nistîmanî

Serok Barzanî: Cejna Remezanê derfeteke ji bo yêkrêziya nistîmanî

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê weşand û cejna misilmanên cîhanê û Iraqê bi giştî û misilmanên Kurdistanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya pîrozbahiyê de pîrozbahî li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û her wiha karmendên dezgehên emnî û tendirustiyên Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar kir.

Tevahiya Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraqê bi giştî û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û her wiha karmendên dezgehên emnî û tendirustiyên Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li çend mehên derbasbûyî bi navê parastina selametiya welatiyan zehmetê kêşan û şev û roj xebitîn.

Cejna Remezanê derfeteke ji bo yêkrêziya niştîmanî

Mixabin ji ber şewba Korona û qeyranên siyasiyên Iraqê û rewşa xerap ya aboriya navxweyî û cîhanî, Herêma Kurdistanê li rewşeke nehemwar û hestiyar û li ber gefeke nû daye. Cejna Remezana pîroz bi derfet dizanim ku daxwazê ji aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bikim, bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina vê rewşa nehemwar ya li asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî da bin û rêya tebayî û birayetî û yekrêziyê li ber bigrin.

Daxwaz ji hemû aliyan dikim ku ji nakokiyan vêhtir hevkarê hevdu bin

Daxwaz ji hemû aliyek dikim li şûna hevdû şikandin û dirustkirina alozî û nakokiyên zêdetir, pêkve ji bo çareserkirina giriftên xelk û nehiştina astengiyên li ber gelê Kurdistanê hevkarê hevdû bin. Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî û her çi destkeft û serkeftina gelê Kurdistanê jî hebûye li sayeya yekrêzî û hest bi berpirsiyariya aliyan hatiye holê. Ji wê yekê jî piştrastim ku gelê Kurdistanê pişt bi xwedayê mezin bi serbilindiyê ve nexweşî û qeyranan derbas dike.

Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejne bibê cihê dawî hatina teror û nexweşî û êş û janan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî

30 ê Remezana 1441 ê Koçî
23.05.2020 Zayînî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin