PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di mijara daketina bihayê petrola dinyayê de,bo rojnamevan ragihand ku temamê dînamîkên petrolê baş nînin û li ser bihayê petrolê weha got:
“Dînamîkên di bihayên petrolê de negatîvin û halê niha qet baş nîne. Divê mirov raweste. Divê nirov ne bo rojekî an hefteyekî lê bo demeka dirêj mijarê binirxîne.”
OPEC ê û welatên ku petrolê hildiberînin û di derveyê OPEC ê de ne, ku serê wan Rûsya dikşîne, biryarê dabûn ku piştî 1 ê gulanê, bo 2 mehan her roj hilberîna petrolê 9.7 mîlyon varêl kêm bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin