Tenîsvana Amerîkayî Williams derket fînala çaryek

Tenîsvana Amerîkayî Williams derket fînala çaryek

PeyamaKurd - Tenîsvana Amerîkayî Venus Williamsê ji tûrnûvayên biprestîj ên sezonê di Mîamiyê da derket fînala çaryek.

Tûrnûvaya korta hişk li Mîamiya bajarê Amerîkayê hat lidarxistin. Di têkoşîna tûra 4emîn a kitejinan da şampiyona dawîn a Brîtanyayî Johanna Konta û Venus Williamsê leyîst.

Pêşbirkê 2 saet û 20 deqîqeyan dewam kir. Kontayê seta ewil 7-5 qezenc kir. Venus Williamsa 37 salî di seta duyemîn da 6-1 ser ket û di seta dawîn da 6-2 qezenc kir. Tenîsvana Amerîkayî 2-1 serkeftî ji kortê veqetiya û derket fînala çaryek.

Williams di klasmana dinyayê da di rêza heştemîn da ye, di tûrnûvayê da sê caran bûbû şampiyon.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin