Kazimî ji bo bûyerên xwepêsandanan ‘Komîteya Lêpirsîna Rastiyan’ ava kir

Kazimî ji bo bûyerên xwepêsandanan ‘Komîteya Lêpirsîna Rastiyan’ ava kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku wan tîmeke serbixwe ya lêpirsîna rastiyan ji bo bûyerên xwepêşandanên Iraqê yên ji Cotmeha 2019an ve rû dane, ava kir. 

Nivîsgeha Kazimî bi daxuyaniyekê ragihand, serokwezîr bi gelek malbatên qurbaniyên xwepêşandana re axivî ye û guhdarî li hûrgiliyên ser rewşa qetilkirina zarokên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Kazimî piştrast kiriye ku Iraq di merheleyên nebaş re derbas dibe û her dem rastî zehmetiyan tê.  

Kazimî mixabîniya xwe ji bo iraqiyên ku bi destê hin çekdaran hatibûn kuştin û revandin nîşan daye û gotiye, wan tedbîrên xwe ji bo ku bûyerên wisa dubare nebi standine.

Heriwah Kazimî bal kişandiye ser ku lêpirsîn bi çêkirina lîsteyeke qurbanî û birîndaran dest pê kiriye wê hikumeta Iraqê jî tawîzan bide malbatên wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin