Psaki: Tewrê me di mijara Peymana Nukleerî ya Îranê de neguheriye

Psaki: Tewrê me di mijara Peymana Nukleerî ya Îranê de neguheriye

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Psaki li ser mijara ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu gotibû ‘welew ew bi Amerîkayê re bikevin nav dijberiyan jî wê nehêlin Îran bibe xwediyê sîlihên nukleerî’ weha got:

“Ew fikra Netenyahu ye û tewrê me di mijara bernameya nukleerî ya Îranê de neguheriye. Berpirsiyariya me û Biden ew e ku em li gor berjewendiyên Amerîkayê tevbigerin.”

Psaki, li Koşka Sipî di civîna rojane ya bo çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa di derbarê êrîşa sîberî ya ser şîrketa JBA ya ku li Amerîkayê goşt hildiberîne got ku di hevdîtina Diden ya bi Putin re dê bikeve rojevê. Psaki got; li ser êrîşên sîberî ku di encamê de fidye dixwazin, pêvajoyeka lêkolînê ya stratejîk dane destpêkirin û weha got:

“ Bo berlêgirtina van êrîşan em bawerin ku Rûsya dikare rolekî bileyîze.”

Li ser pirsa alîkariya bo Îsraîlê ya bi miqdarê 1 mîlyar dolarî Psaki weha dewam kir:

“Me bo hukumeta Îsraîlê gotibû ku bo ewlehiya wan tewrê me neguheriye. Em ê bo Fîlîstiniyan jî alîkariya mirovî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin