Fînlandiya dest danî ser cîhazên nuklerî yên Iraqê

Fînlandiya dest danî ser cîhazên nuklerî yên Iraqê

PeyamaKurd- Li Fînlandiyayê şîrketeka ku cîhazên di çêkirina sîlihên nukleerî de tên bikaranîn, xwest bişîne Iraqê lê li gumrikê dest danîn ser wan cîhazan.

Li gor ragihandina gumrika Fînlandiyayê ev bûyer li gor qanûnên dewletê sûc teşkîl dike û di derbarê şîrketê de dest bi lêpirsînê kir. Di beyanê de hat gotin ku ew cîhazan, bi qederê ku seha leşkerî de tên bikarnîn, di heman wextê de bi armancên sîvîl jî tên bikaranîn.

Mufetîşê gumrikê Sari Knaapi got ku li ser esasê analîza kutleya spektrometre de, dikarin bi armanca çêkirina sîlihên nukleerî de jî bên bikaranîn û weha dewam kir:

“Divê tê de niyeteka xerab heye an na, bê lêkolîn.”

Bi sedema ku şîrket biçûke, nayê zanîn bê bi çi armancê ev cihaz tên şandin bo Iraqê. Bo van cîhazan divê ji dewleta Fînlandiyayê û Amerîkayê îzin bê sitendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin