Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê

Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Baregeha Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya kesayetiyê welatparêz yê bajarê Kobaniyê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Nasan Bekir Cuma, peyameke serxweşiyê belav kir kir.

Peyama Baregeha Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz kak Mistefa Bekir Cuma Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye.

Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz Nasan Bekir Cuma kesayetiyê diyarê Rojavayê Kurdistanê û birayê we yê birêz bihîst.

Pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û malbata we ya birêz û Kurdperwer û kesukar û welatiyên bajarê Kobanê ya serbilind dikîn, xwe bi hevbeşê xema we hemû aliyek dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî Kek Nîsan Bekir Cuma bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike, hedar û aramiyê bi we yên birêz û malbata we û kesukarên we bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)"

Baregeha Barzanî
26.12.2020"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin