PeyamaKurd - Artêşa Iraqê ragihand ku wan li sînorê Xurmatûyê termê 3 çekdarên DAIŞê dîtine ku di encama bombebarana balafirên hevpeymanan de hatine kuştin.
Efserê artêşa Iraqê li sînorê Amirlî Elî Heyder ji BasNewsê re ragihandiye ku li gundê Zerge yê ser bi Xurmatû de îro 14ê Gulanê termê 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine dîtin.
Elî Heyder got ku nasnameya wan çekdaran nayê zanîn û nayên naskirin.
Rêveberê binkeya polîsê Xurmatû Elî Husên jî ew nûçe piştrast kir û da xuyakirin, ew sê çekdarên DAIŞê di encama bombebarana balafirên hêzên hevpeyman de hatine kuştin ku şeva borî bi awayekî tund hatin bombebaran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin