PeyamaKurd- Bi sedema êrîşên balafirên Tirkiyê bo ser axa Başûrê Kurdistanê, li deverên Kanî Masî û Şêladizê, di encama êrîşan de 5 hemwelatiyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser bûyerê Hukumeta Herêma Kurdistanê bûyerê şermezar kir û ji Tirkiyê daxwaz kir ku Tirkiye rêz li xaka Kurdistanê bigre. Di daxwaziya Hukumeta Herêma Kurdistanê de weha hat gotin:
“Em ji dewleta Tirkiyê daxwaz dikin ku rêz li serweriya ax û welatê me bigre. Divê PKK jî van navçeyan vala bike û nebe sedema aloziyên li navçeyên ser sînorên Herêma Kurdistanê.”
Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew naxwazin li nav axa başûrê Kurdistanê êrîşê ti aliyekî bêkirin û herêma Kurdistanê pêwendiyên dostane li gel welatên cîran dixwaze.
Hukumeta herêma Kurdistanê her weha sersaxiyê bo malbatên qurbaniyan xwest û bo birîndaran şîfayê xwest.
Di encama êrîşên balafirên Tirkiyê de, di nav sînorê Şêladizê de 4 kes û 1 kes li Kanî Masiyê bûn qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin