PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew dê li ser dîmenên Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî ku hatine weşandin lêkolînê bidin destpêkirin.
Berdevkê Pentagonê Sean Robertson da xuyakirin, “Em ji vîdyoya Bexdadî ya hatiye belavkirin agahdar in. Em ji bo bi temamî tunekirina DAIŞê piştgiriya koalîsyonê berdewam dikin.”
Robertson diyar kir ku pisporên amerîkî dest bi lêkolîna li ser vîdyoya Bexdadî kirine û piştî şandina ji Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) re dê vîdyo bê nirxandin û rastiya wê derkeve holê.
Rayedarê amerîkî destnîşan kir ku li Iraq û Sûriyê derbên stratejîk û psîkolojîk li DAIŞê hatine xistin û got, “Ew tişta jê re digotin xilafet hat hilweşandin. Hinek rêberên girîng ên rêxistinê hatin kuştin, hinek jî reviyan, lê hîn şer bidawî nebûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin