PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser şer û pevçûnê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê yên berdewam û diyar kir, di sê meh û nîvên dawî de li herêma Îdlibê zêdetirî 500 sîvîlan hatine kuştin.
Cîgirê Kordînatorê Alîkarîya Mirovî ya Sûrîyê di NY de Mark Cutts da xuyakirin, gava pêvçûnên li herêma Îdlibê gur dibin, kuştina sîvîlan jî zêde dibe.
Li gorî raportên NYyê piranîya kuştina sîvîlan di encama êrîşên esmanî yên hêzên Sûrîyê û Rûsya de pêk hatine û fikarên li ser kuştina sivîlan zêde bûne.
Cutts ragihand ku ji ber êrîşan xebatkarên xizmetên tenduristiyê jî di şertên dijwar de dixebitin û da zanîn, ji dawîya meha Nîsanê vir ve bi kêmî 17 nexweş û xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin.
Li gorî jêderên herêmê li herêma Idlib ya di destê muxalîfan de herî kêm 3 milyon sîvîl dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin