Hevserokên DBPê û 10 kesên din hatin girtin

Hevserokên DBPê û 10 kesên din hatin girtin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ji nav 18 kesên hatibûn binçavkirin 12 kes hatin girtin ku Hevserokên berê yên DBPê Mehmet Arslan û Gulcîhan Şîmşek jî di nav kesên hatine girtin de ne.

Du roj ber di encama serdegirtina malan a polîsan de, parlamentara HDPê Ayla Akat Ata jî di nav de 18 rêveber û endamên DBPê û hatibûn binçavkirin.

Hat ragihandin ku 12 kesên di bin çavan de bûn, piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê derketine pêşberî dadgeha nobedar û bi hinceta ‘endamtiya rêxistina terorê ya çekdar’ hatine girtin.

Parlamentara HDPê Ayla Akat Ata û 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin