Li Îranê 26 rojin înternet nîne: 39 kesên din hatin girtin

Li Îranê 26 rojin înternet nîne: 39 kesên din hatin girtin

PeyamaKurd - Li Îranê piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin, pêleke mezin a binçavkirinan berdewam dike.

Di pêla nû de hêzên Îranê 39 kesên din desteser kirin ku dibêjin, di lêgerînan de ligel çek û cebilxaneyan, dest hat danîne ser heft amûrên Starlinkê jî.

Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê (Îtlaat) ragihand ku di operasyona nû ya îro de, 39 kesên ku tê gumankirin bi Îsraîl û komên muxalîf re têkildar in hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Di operasyonan de 49 bombeyên destan, 2 tifingên Kalaşnîkov, 16 demançe, 50 şarjor û zêdetirî 1500 fîşekan ligel heft amûrên Starlinkê hatin bidestxistin."

Ji aliyê din ve, li gorî koma çavdêriya înternetê NetBlocks, qutkirina înternetê ya li seranserê Îranê ku ji aliyê rêveberiya Îranê ve tê sepandin, ketiye roja xwe ya 26an.