Mutedî: Di rêvebiriya Îranê de kes nîne mirov pê bawer be

Mutedî: Di rêvebiriya Îranê de kes nîne mirov pê bawer be

PeyamaKurd – Peyamnêra Euronewsê Maria Tadeo, bi serokê partiya Komelê ya Rojhilatê Kurdistanê bi Abdullah Mutedî re ku niha li sirgûnêye bernameyekî amade kir û weşand. Mutedî ji bo Euronewsê axifî û got:

“Di nav rejîma Îranê ti kes nîne ku mirov pê baweriyê bîne.”

Mutedî, axaftina xwe piştî serokê DYAyê Donald Trump got ku di nav Îraniyan de kesên maqûl hene û navê serokê Parlementoyê da, kir. Trump gotibû di nav hefteyekî de em ê bibînin bê serokê meclisa Îranê dê çi bike.

Muıtedî, rêvebirên Komara Îslamî bi ‘celladên xelkê’ û bi ‘sûcdaran’ bi nav kir. Mutedî piştî rêvebirên Îranê bi nav kir got ku partiya Komele destekê dide sîstemekî ku ji mafên Kurdan û milletên din yên kêmnetewe re rêz digre dixwaze û ew sîstem demokratik û laîk e.

Kurdên Rojhilat ku dike %10 nûfûsa Îranê, bi sedema zilm û zora ser Kurda ya bi deh salan, bi Komara Îslamî ya Îranê re û bi monarşiya berê ya Îranê re, bi Şah re li hev nîn in.

Ayetullah Humeyni Kurda ‘kafir’ û ‘dijminê dewletê’ ragihandibû û li dijî Kurda ‘Şerê Pîroz’ ragihandibû.

Mutedî, ragihand ku ew her xebata ku rejîma Îranê qels dike, destek dikin lê guherandina rejîmê li ser xelkê Îranê ye. Mutedî got:

“Eger Amerîka rejîmê têra xwe qels bike, hêzên ewlehiyê û sanayiya Îranê qels bike lê ger avahiyên bingehîn yên sîvîl neke hedefê ku em li hemberin, dikare bi vî rengî bibe alîkarê raperîna xelkê Îranê.”

Mutedî got ku 47 sale Îran sloganên mirinê diqêrin, Îsraîlê bi tehdîda îmhayê tehdîd dikin, bi xebatên xwe yên terorîstî herêmê bêîstîqrar dikin.

Me di serî de rejîma îslamî ya Îranê qebûl nekir. Hêjî ji bo mafên xwe û demokrasiya li Îranê em têdikoşin. Belûcî hene, Azerî hene, Ereb û Faris hene.”

Mutedî her weha siyaseta Ewrûpayê ya nixamtinê rexne kir û got ku divê Ewrûpa siyasetekî aktif bike. Li ser mijara operasyona bejayiyê de Mutedî got ku ew niha di berevaniya xwe de ne û li Herêma Kurdistanê ne. Sînor derbas nekirine û mehekiye bi şev û roj di bin êrîşa fuze û İHAyên Îranê de ne.