PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Efrînê Daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku şandeke taybet bişînin Efrînê da ku lêkolînê li ser binpêkariyên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bikin.
Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Efrînê, bi du nameyên cuda ji Sekreterê Neteweyên Yekgirtî Antonio Gotteres û Şanderê Navdewletî yê bo Sûriyê Staffan de Mistura xwest, ku nûnerên taybet bişînin Efrînê, da ku lêkolînê derbarê binpêkirinên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê li Efrînê de bikin.
Di heman nameyan da, daxwaz tê kirin, ku bi garantiyeke navdewletî hêzên xwe ji Efrînê derxînin û aliyekî sêyem erkê parastin û rêvebirina Efrînê pêk bîne.
Rêveberiya Xweser tekez dike ku Tirkiyê û grûpên çekdar guhertina demografîk li herêma Efrînê encam didin û bi hezaran malbatên çekdarên ser bi Tirkiyê ve di nav malên xelkê Efrînê û gund û bajarokên derdorê de niştecih dikin.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê heta roja 18ê Adara îsal jî di bin kontrola hêzên Kurdî û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bû û Rêveberiya Xweser a Efrînê rêveberiya herêmê dikir, lê piştî ku Tirkiyê di 20ê Çileya 2018an de dest bi operasyoneke berfireh bo ser wê herêmê kir, piştî 58 rojan şer û êrişên berdewam, hêzên wî welatî roja 18ê Adarê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina wê herêmê ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin