PeyamaKurd- Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya wezareta bergiriyê ya Iraqê; di xwepêşandanan de nîşanvanên baş tên bikaranîn û gelek kes bi guleyên wan hatine kuştin. Ev jî tê vateya ku ji derve de mudaxele heye lewra ew çend mirov hatine kuştin. Wezaret di beyana xwe de weha got:
“Roja îna borî li navenda Bexdayê li meydana Tayaran û Nakhik Mallê 2 polîs û 2 hemwelatî bi lêdana nîşanvanên baş jiyana xwe ji dest dan.”
Hem endamê komîsyona bergiriyê û karên hundir Harem Kemal Axa got ku ji derve mudaxele tênkirin û bo Rûdawê weha got:
“Roja înê tenê 18 kes li Bexdayê hatin kuştin û hinek kesên ku mirine, nîşanvananên baş li wan dane.”
Axa di dewama axaftina xwe de got ku ev xelkê şî’aye li dijî hukumeteka şî’a protestoyan dike. Kara Kurda ew e bila ji xwe re bi bêdengî temaşe bikin. Divê Kurd bi aramiyê halê xwe bidin dewamkirin.
Komîsyona mafê mirovan jî got ku jimara kuştiyan ji 100an derbas bûye û jimara birîndaran gihaye 4 hezaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin