Amerîka: Brett McGurk li ser karê xwe dimîne

Amerîka: Brett McGurk li ser karê xwe dimîne

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku wê temsîlkarê Trump yê taybet bo têkoşîna li dijî DEAŞê Brett McGurk li ser karê xwe bimîne.

Nûçe di sîteya înternetê ya bi navê Foreign Policy de hatibû belavkirin. Di nûçeyê de dibêje ku wê destê McGurk ji kar vekişînin. Li ser vê nûçeyê berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

 “Ez ê vê êvarê bi zelalî bersiva nûçeyan bidim. Brett McGurk bi ti derekê de naçe. Di têkoşîna li dijî DEAŞê de, weka peyamnêrê taybet yê serok Trump, bo koalîsyona kureyî li ser karê xwe ye û dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin