Londra li nav hev ket

Londra li nav hev ket

PeyamaKurd – Bi sedema qanûna ku desthilatî zêde dane polîs, li payîtexta Îngîltere Londrayê di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn derket. Grûbên xwepêşandêr li meydana Hyde Parkê gihane hev û ber bi meydana parlementoyê de meşiyan. Grûbekî ji wan rê girt.

Li ser girtina rê û nehêlana çûnûhatina trafîkê, di navbera her dû aliyan de pevçûn derket û polîs gelek kesan xiste binçav.

Li gor ragihandina polîs, heya siet 20.45 ê Londrayê di bin çavde 26 kes hebûne û 10 polîs di bûyeran de birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin