PeyamaKurd – Li Fransayê, li dijî PKKê operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 12 kes hatin desteserkirin.
Li 3 bajarên Fransayê, li dijî PKKê û komeleyên girêdayî wê, operasyonek hat lidarxistin. Li Marsilya 9 kes, li Draguignanê 2 kes û li Paris jî kesek ji aliyê polisan ve hat desteserkirin.
Heta niha di derbarê vê operasyonê de, berpirsên Fransî tu agahdariyek nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin