Sadiq Xan ji bo PKK bang li hikûmetê kir

Sadiq Xan ji bo PKK bang li hikûmetê kir

Peyama Kurd / Wek tê zanîn, PKK di lîsteya terorê de ye û li welatên Ewrûpayê wek partîyek terorîst tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, çalakîyên endam û alîgirên PKK serê hinek alîyan dêşîne û dixwazin ku alîgirên PKK bi alenî çalakîyan nekin. Yek ji wan welatên ku alîgirên PKK bi alenî çalakîyên xwe lê dikin, Ingîltere û paytext London e.

Şaredarê bajarê Londonê Sadiq Xan, di vê derbarê de ji çapemenîyê re axivî û anî zimên ku divê çalakîyên alîgirên PKK li Londonê bên qedexekirin û got: “ Heke grûpek ketibe lîsteya terorê, endamên wê jî dibin derqanûnî. Di vê rewşê de em dikevin dewrê û polîs dest bi lêkolînê dikin. Heke grûpek ji valahîyên qanûnî îstifade bike, divê Wezareta Navxweyî wan valahîyan çareser bike û rê li ber bigre. Di vê mijarê da helwesta min eşkere ye. Tu carî nayê qebûlkirin ku grûpên wisa ji valahîyên qanûnî derfetê werbigrin ".

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin