PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro piştî vekirina projeya cadeya 40 metreyî ya li Soranê, daxuyaniyên girîng dan. Barzanî tekez kir ku ew ji roja yekem ve piştgirê aktîfkirina Parlamena Kurdistanê û pêkanîna bi lez a hikûmeta nû ne. Serokwezîr destnîşan kir ku divê parlamen û hikûmet bi awayekî berpirsyarî bersiva ramanên xelkê bidin û bang li hemû aliyên siyasî kir ku bi dilsozî berpirsyariya ku gel di hilbijartinan de daye wan, bigirin ser milên xwe.
Peywendiyên bi Bexdayê re û mafên destûrî
Derbarê peywendiyên bi Hikûmeta Federal a Iraqê re, Mesrûr Barzanî careke din tekezî li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir. Serokwezîr Barzanî diyar kir ku divê mafên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin û xizmetguzarî bi awayekî wekhev li seranserê Iraqê werin dabeşkirin. Barzanî bang kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bernameyeke xurt û kûr were amadekirin daku hemû pirsgirêk di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.